Heyeta DEM Partiyê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya
Heyeta DEM Partiyê ku hevdîtinên xwe yên li Rojava didomîne, li avahiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi rayedaran re civiya. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kirin.
Heyeta DEM Partiyê ku hevdîtinên xwe yên li Rojava didomîne, li avahiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi rayedaran re civiya. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kirin.
Heyeta DEM Partiyê ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûları, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera DEM Partî ya Wanê û Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Seyyigit pêk tên, li Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomînin.
Heyeta DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe de serdana Daîreya Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Hevserokê Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El- Gayit, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Dr. Ebdulkerîm Omer, Cîgira Hevserokatiya Daireya Têkiliyên Derve Gulîstan Elî, Endamê Desteya Rêveber ê Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm pêşwaziya heyetê kirin.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî didome.
Dê heyet piştî serdanê navberekî bide. Piştî navberê jî li ser naveroka hevdîtinan daxuyaniyekî bide çapemeniyê.