Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin

Li eniya Sirrînê şervanên QSD, YPG û YPJ bi tundî bersivê didin êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk. Li gorî agahiyan di encama bersivdanê de gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê, komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk îro (22 Çile) serê sibehê bi topên obus, tank û gelek çekên giran êrişî bajarê Sirrînê kirin.

Li ser êrişan şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersivên tund dan û şer qewimî.

Hate ragihandin ku di şer de wesayîteke ku çeka doçka li ser bû, 2 motorsiklet, wesayiteke bi zirx hatin hilweşandin û gelek çek hatin desteserkirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin.