BI DÎMEN

Komên çeteyan vê carê genim didizin

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê vê carê ji başûrê Çilaxayê genim didizin.

Ji dîmenên medyaya dîjîtal, diyar dibe ku komên çete depoyên dexl û danan ên li başûrê Til Elo yê başûrê Çilaxayê yê kantona Cizîrê vala kirin, genime tê de didizin.

Li gorî dîmenan ew kom bi kamyonan genim didizin û vediguhêzin cihê di bin kontrola xwe de. Çavkaniyên diyar kir ku ev sûc bi rêk û pêk hat kirin, piştî dizînê her tişt hat talan kirin û xerab kirin.

Çavkaniyên xwecih hişyarî li ser berdewama van pêkanînan da ku gefên rasterast li qûta welatiyan û ewlehiya xurekê dixwe û daxwaza hesabpirsînê ji sûcdaran hat kirin.