Jinên PYD'yî beşdarî seferberiyê bûn

Bi dehan jinên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihandin ku ew beşdarî seferberiyê bûne.

Jinên ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Kobanê li pêşiya navenda PYD`ê ya bajarê Kobanê daxuyanî dan û tevlî seferberiya giştî bûn.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Firyal Mistefa û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Jinên Ciwan a PYD`ê a bajarê Kobanê Rosyar Mehmûd ve hate dayîn.

Di daxuyaiyê de hat gotin:"Di kêliyek dîrokî ya girîng de ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî gelê Kurd êrişên sîstematîk û komkujiyên rêxistinkirî têne kirin, jinên ciwan derdikevin holê da ku helwesta xwe bi zelalî, ragihînin."

Jinên ciwan ên PYD`ê piştgiriya xwe ji bo seferberiya giştî ragihandin û diyar kirin ku "parastina Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina rûmeta mirovahiyê, nirxên azadiyê û projeya jiyana hevbeş e."

Jinên ciwan bang li Kurdên çar parçeyên Kurdistanê kir ku û got: "Bersiva banga Kobanê, banga azadiyê, banga rûmetê bidin û di vê kêliya çarenûsî  de li kêleka me bisekin n. "

Jinên ciwan ên PYD`ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn "Em wek jinên ciwan ên PYD`ê ne qurbanî ne, lê beşdarên çalak in di têkoşîna siyasî, exlaqî û hebûnî de. Em ew kes in ku projeya jiyanê li dijî çanda mirinê pêş xistine û em ew kes in ku dê berdewam bikin. Kobanê nakeve. Jinên ciwan bêdeng nabin û  Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk naçe."