BI DÎMEN

Ji şervanên azadiyê peyama ji bo gelê Kurdistanê: Em hêza xwe ji we werdigirin

Şervanên QSD û YPJ'ê bi peyamekê spasiya gel kirin ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê piştgiriyê dide wan û gotin, "Em hêza xwe ji berxwedana gelê xwe werdigirin, bila her kes berê xwe bide Rojava."

Şervanên QSD û YPJ'ê yên li eniyên berxwedanê yê gundê Til Barût ê bi 20 kîlometreyan dûrî Hesekê ye û di navbera Hesekê û Reqayê de ye, bi dîmen peyamek ji gelan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê re şandin.

Peyama şervanan ku berxwedana gel silav dikin wiha ye:

"Em li Til Barûtê ne. Weke ku hûn jî zanin em li eniyên şer in. Di serî de Rêber APo em hevalên xwe hemûyan û gelê xwe silav dikin. Em careke din soz didin ku em ê welatê xwe azad bikin. Em ê heta dawiyê li be xwe bidin. Dijminekî me heye ku êriş dike û gelê me koçber dike.

Em silavên xwe ji çar parçeyên Kurdistanê re dişînin. Bi taybetî gelê me yê li Başûr û Bakurê Kurdistanê sînor ji holê rakir. Gelê me yê li Ewropayê bi çalakî û manewiyata xwe moraleke mezin da me. Di serî de gelê Nisêbîn û Pirsûsê gelê me yê li Bakur jî çalakiyên mezin lidar xist û em berxwedana wan silav dikin. Em hêzê ji gelê xwe werdigirin ku ji çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Em gelê xwe vedixwînin Rojava."