ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şandeya KNKˊê li Qamişloyê bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş re hat ba hev
Şandeya KNKˊê li bajarê Qamişloyê bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş ku ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatibû avakirin re civiya. Di civînê de pêşdeçûnên li Rojava, rêbazên yekkirina vîzyon û yekhelwestiya Kurdistanê di vê qonaxê de hatin nîqaşkirin. -
Li Taxa Xerbî ya Qamişloyê tabûrek nû hat avakirin
Ciwanên taxa Xerbî ya komîna Şehîd Leheng a bajarê Qamişloyê, ji bo parastina taxa xwe li hember dagirkeran û piştgiriya şervanên xwe YPG û YPJ'ê tabûrek ava kirin. -
SOHR: Tevî peymanê li gundewarê Kobanê talaneke dijwar heye
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundewarê Kobanê milk û malên sivîlan bi awayekî dijwar tên talan kirin. Hat diyarkirin ku tevî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê ya Demkî de, talan hîn jî didomin -
Şandeya KNK’ê serdana Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê kir
Şandeya KNKˊê, bi armana nîqaşên pêşdeçûnên li herêmê serdanên xwe yên ji bo saziyên li herêmê dewam dike. -
Li Quneytîra û Derayê liv û tevgera Îsraîlê
Hêzên Îsraîlê ketin bejahiya Quneytîra û Derayê, rasterast gule berdan û li noqteyeke kontrolê xistin. -
Li Siwêdayê bi hezaran kes li qadan bûn
Li Siwêdayê bi hezaran şênî li Qada Kerama çalakî lidar xist û daxwaza mafê diyarkirina çarenûsa xwe kirin. -
Şandeya ku ji hunermendên Kurd pêk tê, çû Rojava
Komeke hunermendên Kurd ji bo piştgirî bide seferberiyê, çû Rojava. -
Nasnameya 13 şehîdên QSD’ê hate eşkerekirin
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 13 şehîdên xwe eşkere kir. -
Li Kobanê rewşa mirovî xirab dibe, deriyê sînor girtî ye
Li Kobanê ku 13 roj in di bin dorpêçê de ye, rewşa mirovî xirabtir dibe. Zêdeyî 600 hezar kes di bin dorpêçê de ne û têkoşîna jiyanî didin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li cihên xwe bimîne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Cizîrê û Kobanê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêman, wê wezîfeyên xwe bidomînin. -
Xelkê Rojava parastina eniyên berxwedanê didomîne
Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava gel parastina Kantona Cizîrê û Kobanê didomîne. -
Di mehekê de 27 sivîl hatin kuştin
Meha Çileyê li herêmên di bin kontrola çeteyên HTŞ’ê de 27 sivîl hatin kuştin. -
TEV-DEM: Peyman destpêka nû ya têkoşîna siyasî ye
TEV-DEM’ê diyar kir ku lihevkirina navbera QSD û hikuma demkî ya Şamê gaveke girîng e got, lihevkirin destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ye. -
Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê gund jî di nav de wê nekeve bajarên Kurdan
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Abdî got, "Li gorî peymanê, artêşa Sûriyeyê gund jî di nav de wê nekeve bajarên Kurdan. Destketiyên me wê werin parastin." -
Li Efrînê 3 jin hatin qetilkirin
Çekdarên nenas li gundewarê Efrînê, bi awayekî bêserûber gule berdan erebeyeke welatiyan, 3 jin di cih de hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. -
Gelê Rojava, bi ruhê yekîtî û berpirsyariyê tax û kolanên xwe diparêzin
Şêniyên Rojava bi ruhê yekitî û berpirsiyariyê tax û kolanên xwe diparêzin, li hember her gefên li dijî xaka xwe amade ne. -
Çeteyên Hikûmeta Demkî 5 kesan bi êşkenceyê qetil kir
Di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de 5 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. -
Di çalakiya nobetê ya Mexmûrê de berxwedana Rojava hat silavkirin
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 181’an û di roja 925’an de bi biryardariyek xurt didome. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hat silavkirin. -
Aldar Xelîl: Divê em berxwedanê mezin bikin
Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku peymana QSD-Şamê encama berxwedana hatî nîşandan bû û got, "Divê em berxwedanê bi rêbazên demokratîk û aştiyane mezin bikin. Ne rast e ku meriv bibêje peyman hatiye çêkirin û her tişt qediya ye." -
Îlham Ehmed hirgûliyên peymana 29’ê Çileyê parve kir
Îlham Ehmed hûrgiliyên peymana QSDˊê û hikumeta demkî şîrove kirin û destnîşan kir ku peyman encama serhildan û berxwedanê ye. -
‘Nexweşxaneya Miştenûrê dibe ku di nava 3 rojan de ji xizmetê derkeve’
Ji ber dorpêçkirin û pêla koçberiyê ya zêde hejmara nexweşên li Nexweşxaneya Miştenûr a li bajarê Kobanê sê qat zêde bûye û nexweşxane ji ber kêmbûna derman û pêdiviyên bingehîn bi gefa girtinê re rû bi rû ye. -
Salih Gedo: Em ê piştgirî bidin YPG û YPJ’ê
Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî ya li Sûriyeyê Salih Gedo têkildarî lihevkirina navbera QSD û Şamê got, ew ê piştgirî bidin YPG û YPJ’ê. -
Cenazeyê şehîd Ehmed Omer ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin
Cenazeyê şehîdê seferberiya giştî Ehmed Hêmin Omer bi tevlîbûna bi hezaran kes ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin. -
Xizmên şehîdan ên Kobanê: Armanca me serketin e, rêya me berxwedan e
Ji xizmên şehîdan ên Kobanê Suphî Beg Bîn Xelîl û Nisrîn Brahîm destnîşan kir ku armanca wan serketin e û wê ti carî dest ji berxwedanê bernedin. Her wiha diyar kirin ku ji bilî YPG û YPJ'ê ew pişta xwe bi ti hêz û dewletê germ nakin. -
Li Kobanê dayik di eniyên berxwedanê de ne: Ev bajar wê nekeve
Li Kobanê, berxwedana li dijî dorpêç û êrîşan mezin dibe. Dayikên ku zarokên xwe li malê hiştine, tax bi tax xetên parastinê ava dikin, di eniyên pêşîn ên berxwedanê de cihê xwe digirin û dibêjin, "Ev bajar dê nekeve."