Li Quneytîra û Derayê liv û tevgera Îsraîlê
Hêzên Îsraîlê ketin bejahiya Quneytîra û Derayê, rasterast gule berdan û li noqteyeke kontrolê xistin.
Hêzên Îsraîlê ketin bejahiya Quneytîra û Derayê, rasterast gule berdan û li noqteyeke kontrolê xistin.
Hat ragihandin ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 2 erebeyen pêk dihat ji girê Ebû Xeysar ê başûrê Quneytîrayê ve ber bi rojavayê gundê Seyda Hanût ve çû.
Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê bi awayekî ketober gule avêtin zeviyekî çandiniyê ku tu kes lê tune bû.
Yekîneyeke din ku ji 5 wesayîtên zirxî pêk dihat, ber bi herêma Siriyet El Wadî ya li rojavayê Derayê ve ket rê û li ser rêya Wedî Cumle bendeke kontrolê danî.
Hate diyarkirin ku yekîneyê derdor kontrol kir, piştre vekişiya. Ev bûyer bû sedema tirsê di nava şêniyên herêmê de.