Gelê Rojava, bi ruhê yekîtî û berpirsyariyê tax û kolanên xwe diparêzin

Şêniyên Rojava bi ruhê yekitî û berpirsiyariyê tax û kolanên xwe diparêzin, li hember her gefên li dijî xaka xwe amade ne.

Şêniyên Rojava tabûr û komên parastina bajarên xwe ava dikin, li hember xeteriyê dijî hebûnê parastina xwe dikin.

Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cena parastina rûmetê" bibin.

Ji 6ˊê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê ranewstandine, li hemberî wê şênî rûmet û xaka xwe diparêzin.