Di mehekê de 27 sivîl hatin kuştin
Meha Çileyê li herêmên di bin kontrola çeteyên HTŞ’ê de 27 sivîl hatin kuştin.
Meha Çileyê li herêmên di bin kontrola çeteyên HTŞ’ê de 27 sivîl hatin kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di meha Çileyê de li herêmên hikumeta demkî zarokek, 11 jin û 15 mêr hatine kuştin.
Der barê sûcan, SOHR’ê diyar kir ku êriş bi mebesta diziyê, nakokiyên malbatî û sûcên din ku sedemên wan nehatin zanîn, hatine kirin.
SOHR’ê da zanîn ku van sûcan li Hums, Hema, Şam, gundewarên Şamê, Heleb, Dêrazor, Dera û Siwêdayê rû daye.