ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Dirbêsiyê cenazeyên 2 şehîdan veşart
Xelkê Dirbêsiyê cenazeyên şervanê QSD’ê şehîd Ciwan Rojava û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Kamil El Mamo, spart axê. -
Cenazeyên 11 şehîdên azadiyê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên di berxwedana li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê de şehîd bûn, li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin veşartin. -
Xelkê Sinceqa Sadûn: Em ê li kêleka şervanan herêma xwe biparêzin
Şêniyên bajarok Sinceqa Sadûn ê bajarê Amûdê yê ser bi kantona Cizîrê ragihand ku ew ê li dijî her cure êrîşan bi şervanên xwe re herêmê biparêzin. -
Peywendiya Heyva Sor a Kurd a bi endamekî wan re qut bû
Heyva Sor a Kurd ragihand ku peywendiya bi endamê wan Tahir Rakan Tahir re qût bûye. -
Cîgirê Hevserokatiya MSD’ê hate girtin
MSD’ê ragihand ku Cîgirê Hevserokatiya MSD’ê Xesan El Yûsif li Dêrazorê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve hatiye girtin û bang kir ku were berdan. -
Zanîngeha Kobanê tevlî kampanyaya ji bo pêdiviya xwînê bû
Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê têkildarî kampanyaya pêdiviya xwînê ya ji bo Rojava hatî destpêkirin, daxuyanî da û got, “Em bi xwîna xwe seferber bûne.” -
Ramî Abdulrahman: Yên dixwazin Kurdan bikujin demkî ne, Kurd mayînde ne
Midûrê Navenda Çavdêriya Mafên a Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdulrahman diyar kir ku Kurd zarokên vê xakê ne û wê her tim li vê xakê bimînin. -
Karwanê alîkariyê ya ji 80 kamyonan pêk tê, gihişt Rojava
Karwanê alîkariyê ya ji Başûrê Kurdistanê bi rê ket, derbasî Rojava bû. -
Çeteyan êrîş bir ser gundên Girkê Legê
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ’ê bi dronan êrîş bir ser gundên Rimelanpaşa û Yusufiye yên Girkê Legê. -
Komuna Fîlman a Rojava bang li sînemageran kir: Piştgiriyê mezin bikin
Komuna Fîlman a Rojava bang li sînemageran hemûyan kir ku piştgiriya bi Rojava re mezin bikin û got, "Di festîval, atolye û platformên xwe de cih bidin têkoşîna Şoreşa Rojava." -
Kobanê dorpêçkirî ye: Metirsî li ser jiyana bi hezaran sivîlî heye
Li Kobanê ku bi hezaran koçberî xwe lê girtine, malzemeyên bingehîn ên ji bo jiyanê bi dest nakevin. Malbatên ku li avahiyên dibistanan dimînin, li hemberî sermayê li ber xwe didin. -
Li Kobanê li gel kêmaniya ard û sotemeniyê firin 24 saetan dixebitin
Merwa Dirêî diyar kir ku ew hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên jiyanî û got, "Firinên nan 24 saetan xizmetê dikin. Lê belê ard û sotemenî kêm e." -
Rica ed-Damkasî: Wê Kobanê bi ser bikeve
Rica ed-Damaksî yê ji Siwêdayê diyar kir ku hewla dewleta Tirk a veqetandina Kobanê ji Hesekê û zêdekirina wê ya li ser sînorên xwe wê têk biçe û got ku gelê Kobanê tevahiya dîrokê li gel berxwedanê bi ser ketiye û wê dîsa ser bikeve. -
Gelê Cizîr û Kobanê parastina herêma xwe dewam dike
Gelê Kantonên Cizîr û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de herêmên xwe diparêze. Li Kobanê ya dorpêçkirî madeyên bingehîn ên jiyanê, derman û xwarina pitikan kêm maye. -
Remziye Mihemed: Em ê tu carî gav paş ve neavêjin
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed diyar kir ku gel li hember êrişên li ser Rojava di nava berxwedaneke mezin de ye û wiha got: “Ev têkoşîneke hebûnê ye. Em bi jinên xwe, ciwanên xwe û gelê xwe re di berxwedanê de ne. Em ê tu carî gav paş ve neavêjin.” -
Serokê EHESS’ê Huret: Em bi zanîngehên Rojava re di nav hevgirtinê de ne
Serokê EHESS’ê yek ji saziyên pêşeng ên zanistên civakî yên Fransayê Romain Huret ragihand ku ew li hember êrişên li ser Rojava bi zanîngehên Rojava re di nava hevgirtinê de ne. -
Îbrahîm Şêxo: Bêdengiya navdewletî karesateke mezin bi xwe re tîne
Endamê Rêveberiya Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo diyar kir ku koçberiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmê ber bi keraseteke mezin ve dibe û tekez kir ku bêdengiya aliyên navdewletî wê rewşê aloztir bike. -
Corcêt Barsom: Divê mafê hemû gelên Sûriyeyê bê misogerkirin
Seroka Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Corcêt Barsom diyar kir ku gelên Sûriyeyê di pêvajoyeke dîrokî re derbasî dibin û anî ziman ku divê ji bo pêşeroja Sûriyeyê destûreke ku mafê herkesî tê de hebe were avakirin. -
Li Kobanê gel bajêr û gundên xwe diparêze
Piştî ku Rêveberiya Xweser seferberiyê ragihand, li Kobanê gel li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî derbasî parastina xwe ya giştî bû. Li bajêr şev û roj nobet têne girtin, li tax û gundan xetên parastinê têne avakirin. -
Gelê Rojava ji bo parastina taxên xwe nobetê digire
Li Rojava gel, li hemberî metirsiya qirkirin û êrîşan, taxên xwe li kolan û li barîkatan diparêze. -
YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn eşkere kir
YPJˊê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn ku di 18’ê Çileyê de li Tebqayê di şerê li dijî çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê de şehîd bû, parve kir û wiha got, “Fermandar Sîdar Efrîn sembola têkoşîna jina kedkar û şerker e." -
Li Silêmaniyê zêdeyî 10 hezar kes piştgirî dan berxwedana Rojava
Li Stadyûma Tîma Newroz bi beşdariya zêdetirî 10 hezar kesan, piştgirî ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat nîşandan û dahata bilêtan maçê weke alîkarî ji Rojava re were şandin. -
QSDˊê nasnameyên 10 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameyên 10 şervanên xwe yên ku dema gel û herêmê li dijî çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê diparastin şehîd bûne, ragihand. -
Ciwanên Kobanê: Em ê bi rihê berxwedana Kobanê bi ser bikevin
Ciwanên bajarê Kobanê destnîşankirin ku ew ê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ,DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker, careke din bi rihê berxwedana Kobanê bi ser bikevin. -
Berxwedana gel ji eniyan ber bi taxan ve belav dibe
Banga seferberiya giştî ya ku li dijî êrişên domdar ên çeteyên DAÎŞ-HTŞ û yên ser bi dewleta dagirker a Tirk hatibû ragihandin, di nav hemû beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bersiveke xurt dibîne.