Li Kobanê serokên eşîrên Kurd û Ereb li hev kom bûn

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê şêxên eşîrên Kurd, Ereb, nûnerên ji hikumeta demkî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Xweser civiyan. Di civînê de mijarên girêdayî vegera welatiyan li gundên xwe hatin nîqaşkirin.

Şêxên gundê Qube, Cadê û Şiyûx, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên bajarê Kobanê bi nûnerên ji hêzên ewlekariya giştî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), nûnerên ji Rêveberiya Xweser a kantona Firatê û cîgirê parêzgerê Helebê Elî Henawî re li gundê Bestik ê gundewarê rojavayê bajarê Kobanê, civiyan.

Piştî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de ev civîna yekemîn li bajarê Kobanê tê lidarxistin.

Amadebûyan li ser mekanîzmeya bicihanîna lihevkirinê, rêbazên vegera şêniyan li gundên xwe, nexasim xelkê gundê Şiyûxa Jorîn û Şiyûxa Jêrîn axivîn.

Weke gava destpêkê, Asayîş û hêzên ewlekariya giştî li ser avakirina 8 nuqte û nuqteyek din a bingehîn li hev kir, ji pira Cerablusê heta bi gundên Çeqil Wêran û Qasimiyê yê bajarokê Şiyûx e.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) wê di çend rojên bê de nîqaş li ser avakirina nuqteyên din jî di navbera ewlekariya giştî ya hikumeta demkî û Asayîşê de li Çelebiyê û Sirînê jî werin kirin.