Alîkariya ji dermên radestî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê hate kirin

Alîkariya ji dermên a 45 tonî ku bi hevkariya Heyva Sor a Kurd a Başûrê Kurdistanê û Channel 8 hate komkirin, radestî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê hate kirin.

Heyva Sor a Kurd li Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliya hevseroka Heyva Sor a Kurdî Dilgeş Îsa ve bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî jî ji aliyê Hediya Ebdullah ve hate xwendin.

Hate diyarkirin ku Heyva Sor a Başûr û Kanal 8’ê 45 ton derman şandin ji Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo re û hate gotin: “Heyva Sor hemû derman radestî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê kirin, ev derman dê li 6 nexweşxane û nêzî 20 klînîkên tenduristiyê bên belavkirin."

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber derfetan û nebûna rê ev derman derbasî bajarê Kobanê nabin, lê dê hewl bidin derbas bikin.