Gelê Rojava kolan bi kolan di xweparastinê de ye

Gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî gefên li hemberî hebûna wan, li bajar û taxan birêxistin dibin û nobetên xweparastinê digrin.

Gelê Rojava li hember xeteriya hebûnê xwe bi rêxistin dike, tabûr û komên parastina tax û bajaran ava dikin. Nobedar bi ruhekî berpirsiyarî û hevgirtina civakî li hember pêvajoya heyî ne.

Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cena parastina rûmetê" bibin.

Şêniyan bersivê didin banga Rêveberiya Xweser, tax bi tax, kolan bi kolan parastinê dikin.