ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Nexweşxaneya Miştenûrê dibe ku di nava 3 rojan de ji xizmetê derkeve’
Ji ber dorpêçkirin û pêla koçberiyê ya zêde hejmara nexweşên li Nexweşxaneya Miştenûr a li bajarê Kobanê sê qat zêde bûye û nexweşxane ji ber kêmbûna derman û pêdiviyên bingehîn bi gefa girtinê re rû bi rû ye. -
Salih Gedo: Em ê piştgirî bidin YPG û YPJ’ê
Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî ya li Sûriyeyê Salih Gedo têkildarî lihevkirina navbera QSD û Şamê got, ew ê piştgirî bidin YPG û YPJ’ê. -
Cenazeyê şehîd Ehmed Omer ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin
Cenazeyê şehîdê seferberiya giştî Ehmed Hêmin Omer bi tevlîbûna bi hezaran kes ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat rêkirin. -
Xizmên şehîdan ên Kobanê: Armanca me serketin e, rêya me berxwedan e
Ji xizmên şehîdan ên Kobanê Suphî Beg Bîn Xelîl û Nisrîn Brahîm destnîşan kir ku armanca wan serketin e û wê ti carî dest ji berxwedanê bernedin. Her wiha diyar kirin ku ji bilî YPG û YPJ'ê ew pişta xwe bi ti hêz û dewletê germ nakin. -
Li Kobanê dayik di eniyên berxwedanê de ne: Ev bajar wê nekeve
Li Kobanê, berxwedana li dijî dorpêç û êrîşan mezin dibe. Dayikên ku zarokên xwe li malê hiştine, tax bi tax xetên parastinê ava dikin, di eniyên pêşîn ên berxwedanê de cihê xwe digirin û dibêjin, "Ev bajar dê nekeve." -
Heyeta KNK'ê li Qamişloyê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir
Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs û heyeta pê re, ji bo nirxandina pêvajoya dawî ya li Rojava li Qamişloyê bi partiyên Kurd re hevdîtin pêk anî. -
Li Kobanê ya 12 roj in dorpêçkirî ye krîza mirovî giran dibe
Dorpêça li ser Kobanê 12 roj in dewam dike. Zêdeyî 600 hezar mirov bê eletkrîk, sotemenî û avê ne. Derman jî gelekî kêm bûye. -
Li bejahiya Dêrazorê êrişa çekdarî: 3 kes mirin
Li bejahiya rojhilat a Dêrazorê ji aliyê kesên nenas ve êriş li ser wsayiteke çeteyên HTŞ'ê hate kirin. Di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. -
QSD: Peymana li ser entegrasyona bi qedeme û agirbesta berfireh hate îmzekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bi hikumeta Şamê re peymaneke li ser entegrasyona bi qedeme ya hêzên îdarî û leşkerî hatiye îmzekirin. -
Li Rojava berxwedana gel û seferberî dewam dike
Gelê Rojava li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê xwe diparêze. Berxwedana gel û seferberî dewam dike. -
Li Qamişlo û Tirbespiyê tabur hatin avakirin
Li taxên Enteriyê û Qidûrbeg ên bajarê Qamişloyê û bajarê Tirbespiyê bi navê şehîd Ehmed Hêmin Omer û Şehîd Şiyar tabûr hatin avakirin. Ciwanan gotin: “Bila dijmin baş bizane heta ciwanek Kurd mabe nikare bihostek axa Kurdistanê bigire.” -
Li Hesekê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSDˊê ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê di operasyona serdegirtina şaneyên DAÎŞˊê de 3 çete girtin. -
Gelê Rojava ji bo parastinê hişyar e
Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina tax û kolanên xwe hişyar e, tevgera li nava herêmê dişopînin, di nava seferberiyê de ye. -
Jinên Dêrikê: Em ê Rojava ku bi xwîna me hat avakirin, biparêzin
Li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê, jinên ku di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de çek rakirin, diyarkirin ku ew ê Rojava ku bi zarok, hevser û xwişk-birayên wan hate avakirin, biparêzin. -
Xelkê Kobanê bi moralekî mezin li qadan in
Xelkê Kobanê bi moralekî mezin her şev li Qada Jina Azad kom dibin û li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin. Xelkê Kobanê nîşanê cîhanê didin ku tevî hemû êrîş û dorpêçên giran jî gelekî berxwedêr in. -
Li Efrînê jinek, li Reqayê jî ciwanek Efrînî hatin qetilkirin
Li gundewarê bajarê Efrînê cenazeyê jinekê hat dîtin, li Reqayê jî çeteyan ciwanekî Efrînî qetil kir. -
Hunermend Huda Şairawî li mala xwe ya Şamê qetilkirî hat dîtin
Vê sibehê hunermedna Sûriyeyî Huda Şairawî (87) li mala xwe ya Şamê qetilkirî hat dîtin. -
Apê kalemêr ku di parastina Qamişloyê de ye: Bila kes xeyalan nebîne, Kurd wê bi ser bikevin
Dewleta Tirk a dagirker, li hemberî êrişên HTŞ û DAIŞ’ê, li Qamişloyê gelê ji 7 salî heta 70 salî çek hildan. Endamê Komuna Şehîd Şiyar peyam da û got: “Kurd di parastinê de ne, bila kes nefikire ku em ê têk biçin.” -
Şandeya Başûrê di serdana Rojava de bal kişand ser yekîtiyê
Şandeya ji Başûrê Kurdistanê ji bo xurtkirina têkiliyan û piştgirîkirina têkoşîn û destkeftiyên li Rojava serdana Rojava kir. Şandeyê li bajarê Qamişlo serdana Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan kir. -
Ciwanên xwestin tevlî seferberiya giştî bibin ji Fîşxabûrê hatin vegerandin
70 ciwanên ji Başûr û herêmên din ên Kurdistanê ku ji bo tevlîbûna parastina Rojava derketin rê, piştî ku 4 rojan li Deriyê Sînor ê Fîşxabûrê bûn, hatin vegerandin. -
QSDˊê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin
QSDˊê nasnameyên 2 şervanên di êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê de şehîd bûbûn eşkere kirin, soza şopandina rêça şehîdan da. -
Li Kobanê ji bo 4 şehîdan merasîm: Cenazeyê şehîd Kendal hat veşartin
sBi sedan şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê ji bo 4 şehîdên rûmetê merasîm li dar xist û cenazeyê şehîd Kendal Kortik bi girseyî veşart. Li Reqa û Dêrazorê ji bo şehîdên YPG û YPJ’ê merasîm hatin lidarixstin. -
YPJ’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir
YPJˊê nasnameya şehîd Agirî Zagros û Sîyajîn eşkere kir û got "Em ê hevrêyên xwe yên her di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyîn. Em li hemberî têkoşeriya van lehengan bejna xwe ditewînin û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin." -
PYD: Em ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa xwedî biryardariyeke xurt in
PYD`ê a bajarê Kobanê derberê êrişên li ser herêmê û qetilkirina Sivîlan û berxwendana gel de daxuyanî da. -
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Droneke bombebarkirî ya aîdê çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hate xistin.