Li Balafirgeha Qamişloyê hevdîtina QSD-Şamê
Di çarçoveya peymana navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSDˊê de li balafirgeha Qamişlo civînek hat lidarxistin.
Di çarçoveya peymana navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSDˊê de li balafirgeha Qamişlo civînek hat lidarxistin.
Şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro piştî nîvro hat balafirgeha Qamişlo. Şandeya Şamê li vir bi şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a bi serokatiya fermandar Mehmûd Xelîl Elî re rûnişt.
Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat. Li gorî agahiyan di civînê de wê mijara balafirgehê bê gotubêjkirin.