Dorpêça li ser Kobanê 20 roj in dewam dike
Dorpêça ku komên ser bi Hikumeta Şamê ya Demkî danîne ser bajarê Kobanê di roja 20'emîn de ye. Nêzî 600 hezar mirov di nava şert û mercên nebaş de hewl didin debara xwe bikin.
Dorpêça ku komên ser bi Hikumeta Şamê ya Demkî danîne ser bajarê Kobanê di roja 20'emîn de ye. Nêzî 600 hezar mirov di nava şert û mercên nebaş de hewl didin debara xwe bikin.
Şêniyên bajarê Kobanê di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de ne. Pêdiviyên sereke yên jiyanê, derman, pêdiviyên bijîşkî û sotemeniya germkirinê kêm bûne. Her wiha elektrîk û xizmetên înternetê hatine birîn. Vê yekê êşa şêniyan zêde kiriye û xebata xizmetguzarî û saziyên mirovî asteng kiriye.
Tevî peymana ku di 30'ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî de hatiye îmzekirin, ku tê de rakirina dorpêça li ser Kobanê hatiye destnîşankirin, lê dorpêç heta roja îro dewam dike.
Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Kobanê 7 Sibata 2026'an daxuyaniyek weşand û diyar kir ku "Li ser vexwendineke fermî ji Rêveberiya Xweser a Kobanê re, şandeyek ji rêveberiyê û berpirsên bajêr di 5'ê Sibatê de çû Helebê, li wir bi cîgirê parêzgerê Helebê û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li parêzgehê re civiyan."
Rêveberiya Kobanê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî sozên ku nûnerên hikûmetê di civînê de dane heta niha ji aliyê hikûmetê ve ti gavên berbiçav, bi taybet di derbarê vekişîna hêzên leşkerî ji herêma Çelabiyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê de nehatine avêtin.