Tabûra Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ava bû

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo parastina bajarê xwe tabûreke leşkerî ava kir.

Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê daxuyaniyek da û ragihand ku wan ji bo parastin bajar û herêmê tabûnereke leşkerî ava kirine.

Daxuyanî li navenda meclîsê ji aliyê endama meclîsê Hindiye Bekir ve û bi amadebûna endamên tabûrê, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Piştî êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û ragihandina seferberiya giştî, me, malbatên şehîdan li Dirbêsiyê, tabûrek taybet ava kir."

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: "Em ê li ser rêya şehîdan bimînin heta ku em bigihîjin armancên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kirine û em ê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bikin."