Jinên Dirbêsiyê piştgirî dan berxwedanê

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê bi şêwazên cuda piştgiriyê didin şervanên QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi hemû beşên civakê bersiva seferberiya giştî da, her beşek bi şêwazeke cuda piştgiriya berxwedana Rojava û şervanên li eniyên şer dike.

Yek ji dîmenên piştgiriya berxwedanê li Komîna Şehîd Dewran a bajarê Dirbêsiyê xuya dibe. Jinên ji taxê rojane ji bo şervanan xwarinê amade dikin, li şervanên li eniyên parastinê belav dikin.

Jinan diyar kir ku piştgiriya şervanan erkekî niştimanî û exlaqî ye dikeve ser milên hemû beşên civakê.