ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li 7 bajarên Rojava li dijî komployê meşên girseyî hatin lidarxistin
Li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Dirbêsiyê meşên girseyî hatin lidarxistin, komplo hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin. -
Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Ereb daxuyaniya têkildarî 15'ê Sibatê
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Ereb diyar kir ku ji bo ewlekarî û aştiya mayinde ya li herêmê û çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. -
Gelê Qamişloyê bi biryardariya guhertina dîroka komployan meşiya
Li Qamişloyê bi deh hezaran kes li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşiyan û diyar kirin ku wê dîroka komployan biguherînin. -
Gelê Rojava li dijî komploya 15'ê Sibatê herikî qadan
Di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hevdemî meşê destpê kir. Bi deh hezaran kes daketin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. -
Eyşe Efendî: Tevî komployê jî Rêber Apo Şoreşa Rojava pêk anî
Eyşe Efendî diyar kir ku komploya li dijî Rêber Apo bi ser neketiye û got, hat xwestin bi komployê re Rêber Apo tune bikin, lê Rêber Apo îro bi Şoreşa Rojava re Kurd bi cîhanê daye nasîn. -
Li Kobanê zarokê 12 salî jiyana xwe ji dest da
Dildar Rêzan Hiso yê 12 salî ji ber nexweşiya romatîzmayê, ji ber ku nekarî bê dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Xelkê Kobanê: Bi komployê xwestin me tune bikin, lê nekarîn
Xelkê bajarê Kobanê diyar kir ku komplogeran xwest di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin û got, bi saya fikra Rêber Apo ew car din bûn xwedî nasname û ziman. -
Şandeya Swîsreyê ya ku ji Rojava vegeriya: Divê korîdoreke mirovî ya lezgîn ji bo Kobanê bê vekirin
Şandeya Swîsreyê ya ku li Rojava lêkolîn dikirin, vegeriya welatê xwe. Berdevka şandeyê Franziska Stier û Cîgirê Serokê JUSO’yê Julien Berthod bal kişandin ser êrîşan û banga alîkariya mirovî ya lezgîn û vekirina korîdoreke mirovî ji bo Kobanê kirin. -
Ciwanan Rojava li dijî Komploya Navneteweyî daketin kolanan
Ciwanên li bajarên Rojava ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo daketin kolanan û girêdana xwe ya bi fikir û felsefeya wî re anîn ziman. -
Ciwanên ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin: Rêber Apo xeta me ya sor e
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin wiha gotin, “Rêber Apo xeta me ya sor e.” -
Reva malbatên DAÎŞ’ê ji Kampa Holê berdewam dike
Di dîmenên ku nû hatine weşandin de, xuyan dibe ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê direvin. -
Li Kobanê komplo hat şermezarkirin
Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido a Kobanê, li gundê Helincê û navçeya Şêranê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo civîn hatin lidarxistin. -
Îlham Ehmed: Divê pêvajoya siyasî li ser diyalog û mîsogerkirina mafan be
Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, diyar kir ku her pêvajoyeke siyasî ya domdar li Sûriyeyê divê li ser bingeha diyalogê û garantiyên mafên hemû welatiyên Sûriyeyê, pêk were. -
Heyva Sor a Kurd koçber tedawî kirin
Heyva Sor a Kurd çû serdana malbatên Koçber ên li Kobanê û ew tedawî kirin. -
26 roj ji dorpêçê: Berxwedanî di asta lûtkeyê de ye
26 roj in Kobanê di nava dorpêçekî gelekî giran de ye, lê berxwedaniya gel di asta herî bilind de dewam dike. -
Hesen Koçer: Têkoşîna Kurdan nû destpê kir
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku êrîşên li ser Rojava berdewamiya Komploya 15’ê Sibatê ne û bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe li dijî komplo bidin meşandin. -
Federasyona Gaziyan: Em ê bermahiyên komployê ji holê rakin
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da û got, “Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan em ê bermahiyên komploya bêbext bi temamî ji holê rakin.” -
Ji Şarederên Hackney, Haringey û Enfieldê ji bo Rojava ji hikûmetê re bangawazî
Li Brîtanyayê, sê şaredarên cuda yên ji Partiya Karker (Labour Party), bang li hikûmeta Londonê kirin ku tundiya li ser Kurdên li Rojava bi awayekî eşkere şermezar bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê. -
CENTCOMˊê veguhestina DAÎŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê temam kir
CENTCOMˊê ragihand ku veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo Iraqê temam bûye. -
Çalakvanên Qamişloyê: Divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin, girtî werin berdan
Komeke çalakvanên Kurd li bajarê Qamişloyê bi çalakiyekê bang kir ku divê demildest doriça li ser Kobanê rabe û kesên dîl hatine girtin werin berdan. -
Wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî serdana Hesekê kir
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî pêşwazî kir. Herdu aliyan rewaş tenduristiyê ya li bajarê Hesekê, pêdiviyên wê û rêbazên pêşxistina qada tenduristiyê nîqaş kirin. -
Şehîd Şivan, Berxwedan û Bîrhat hatin veşartin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şivan Mistê, Bîrhat Amûdê (Mihemed Kûsa) û Berxwedan Amûdê (Faris Îsa) bi merasîmekê hatin veşartin. -
Desteya Tenduristiyê ya Kobanê: Dermanên me diqede
Desteya Tenduristiyê ya Kobanê diyar kir ku ji ber dorpêçî û belavbûna nexweşiyan dermanê li ber destê wan li ber qedandinê ye. -
Rêxistiniya DAÎŞ'ê ya li nava HTŞ'ê jinûve tevdigere
Rojnamevan Demhat Tolhildan û Ozgur Avzem diyar kirin ku rêxistiniya DAÎŞ'ê ya li nava HTŞ'ê jinûve tevdigere û amadekariya êrişeke nû dike. Ji ber ku hikumeta demkî ya Şamê jî gavên pratîkî neavêje, pêvajo bêhtir hesas dibe. -
Mazlûm Ebdî ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibe li Elmanyayê ye
Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya 62'emîn bibe, ku wê di navbera 13-15'ê Sibatê de li Almanyayê bê lidarxistin, gihîşt Almanyayê.