BI DÎMEN

Gelê Rojava li dijî komploya 15'ê Sibatê herikî qadan

Di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hevdemî meşê destpê kir. Bi deh hezaran kes daketin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Rojavayê Kurdistanê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, bûye qada çalakiyên bîranîn û şermezarkirinê. Vê gavê li bajarên cuda yên Rojavayên kurdsitanê bi pêşengiya saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan û înîsiyatîfa gel meş û mîtîngên girseyî têne lidarxistin.

Gelên herêmê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd" herikîn qadan û komployê şermezar dikin.

Di serî de Qamişlo li Kobanê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Amûdê bi beşdariya bi deh hezaran kesî meş têne lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" "Em komploya navneteweyî şermezar dikin" "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" têne qîrîn.