Mazlûm Ebdî ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibe li Elmanyayê ye

Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya 62'emîn bibe, ku wê di navbera 13-15'ê Sibatê de li Almanyayê bê lidarxistin, gihîşt Almanyayê.

Li gorî nûçeya Nûmedya24 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed wê beşdarî konferansê bibin ku yek ji pplatformên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye. Hate ragihandin ku herdu rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di halê hazir de li Elmanyayê ne.

Ji 120 welatan zêdeyî 120 hezar axaftvan beşdarî konferansê dibin. Zêdeyî 60 serokên dewlet û hikumetan wê li konferansê amade bin.

Li gorî nûçeyê, tê payin ku Ebdî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Esad Şeybanî re hevdîtinê bike. Tê gotin, ev hevdîtin piştî peymana 30'ê Çileyê ya navbera QSD'ê û rêveberiya Şamê ya demkî hevdîtina destpêkê ya asta herî bilind e.