Heyva Sor a Kurd koçber tedawî kirin

Heyva Sor a Kurd çû serdana malbatên Koçber ên li Kobanê û ew tedawî kirin.

Ji ber êrişên meha borî yên komên hikumeta demkî yên ku piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, bi sedan malbat ji Reqa, Tebqa û gundewarên Kobanê koçî navenda bajarê Kobanê bûn.

Koçber ku li dibistan, baxçeyên zarokan, dikanan û hwd dimînin, ji ber kêmbûna derfetan zehmetiyan dikişînin. Dorpêçe ku komên hikumeta demkî daniye ser bajar, zehmetiyên wan zêdetir dike.

Heyva Sor a Kurd di çarçoveya xebatên xwe de serdana koçberan kir û yên nexweş jî tedawî kirin.