Gelê Rojava tevî asayîşê bajarên xwe diparêze

Şêniyên Rojava mezin û biçûk bi awayekî komî xwe bi rêxistin kiriye, li nava kolan û taxan, li kêlek Asayîşê parastinê dikin.

Welatiyên Rojava ji bo parastina bajar û gundên xwe ji êrişan, di nava seferberiyê de ne, li kêlek hêzên Asayîşê li kuçe û kolanan parastinê dikin. Ev dîmen ruhê berpirsiyariya kolektîf û hevgirtinê li hember astengiyên heyî nîşan dide.

Ne baran, ne serma vîna û biryardariya welatiyan kêm dike, armanca wan tenê parastina herêmên xwe ye.

Di çarçoveya seferberiya giştî de şêniyên tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser pêyan in, bi şev û roj nobedariyê û parastinê li hember gefên heyî dikin.