Li Dêrazorê êrîşa çekdarî: Kesek jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de firoşkarekî zêran hatin kuştin û kurê wî bi giranî birîndar bû.

Li bajarê Eşara yê girêdayê herêma Meyadên a Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de firoşkarekî zêran hat kuştin û kurê wî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecih,  firoşkarê zêran bi navê Xelîl El Hesen El Hemade ( Xelîl El Hedlat) û kurê xwe dema ji mala xwe derdiketin, ji aliyê çekdarên nenas ve hatin şêlandin û gule li wan hatin reşandin. Bav di cih de mir û kurê wî bi giranî birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Heya niha nasnameyên êrişkaran nehatin naskirin. Şêniyan xwestin der barê bûyerê de lêkolîn were destpêkirin û tedbîrên ewlehiyê werin girtin.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî de tevlihevî û êrişên çekdarî dewam dikin. Sûcdar jî nayên aşkerakirin.