Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê sedemên qutbûna înternetê eşkere kir

Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê diyar kir ku santrala ku înternetê ji Kobanê re dabîn dikir bi tevahî hatiye rûxandin. Ofîsê bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê, korîdoreke ewle ji bo derbasbûna tîmên wan peyda bikin.

Nivîsgeha Peywendiyan a bajarê Kobanê têkildarî arîşeya qutbûna internetê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgehê Evîn Şêx Ehmed li pêş avahiya Nivîsgeha Peywendiyan a Kobanê bi beşdarbûna endamên nivîsgehê daxuyaniyek da.

Evîn diyar kir ku ji 18ˊê Çileyê ve internet li ser Kobanê qut e, centrala ku internetê dide Kobanê bi tevahî xirab bû, kabloyên internetê didin bajêr bi zanabûn hatin qutkirin, alavên li ser centrealê hatin dizîn.

Evîn anî ziman ku qutbûna internetê ji ser bajarê Kobanê atmosfêreke nakokî û tevliheviyê çêkir, ji ber girîngiya internetê weke ceyranê û avê girîng e. Li gel dubarebûna bang û hewldanên têkildanîna bi aliyên têkildar re ku derbasî centralê bibin û pirsgirêkê çaksazî bikin, lê hat redkirin.

Di dawiyê de Evîn got ew di Nivîsgeha Peywendiyan de vê pêkanînê bi tundî şermezar dikin û bang li aliyên eleqedar kir ku destûrê bidin ku tîmên wan bi awayekî ewle derbas bibin, pirsgirêkê çareser bikin.