BI DÎMEN

Kobanê li ber karesateke mirovî ye: Dorpêç di roja 17'an de ye

Li bajarê Kobanê ku ev zêdeyî 17 roj in di nava dorpêçeke gelekî giran de ye, naxwasim hemû pêdiviyên jiyanî hatine birîn. Kobanê roj bi roj ber bi karesateke mirovî ve diçe.

Di encama êrîşên giran ên ku di 6’ê Çileyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin, bi hezaran sivîl neçar man ku koçber bibin. Bajarê Kobanê ku dor lê hate girtin û ji bo bi hezaran koçberan malvanî dike ev 17 roj in di bin dorpêçeke giran de ye. Ji ber deriyê sînor ê aliyê Tirkiyeyê girtî ne alîkariya mirovê bi tu awayî derbasî bajarê Kobanê nabe.

Kobanê yek ji bajarên ku çirûska yekem a Şoreşa Rojava lê şewq da û bi berxwedana xwe ya dîrokî ya 134 rojan a li dijî DAÎŞ’ê tê zanîn. Piştî vê berxwedanê, ku di salên 2014-2015’an de bi bedelên mezin hat bidestxistin, têkçûna DAÎŞ’ê dest pê kir û bajarên wekî Reqa û Dêrazorê hatin rizgarkirin.

Lê belê bi êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re di 6’ê Çileyê de çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne destekkirin ketin tevgerê. Ev êrîşa berfireh li derdora bajarê Kobanê rewastiya û bajar bi temamî di nava dorpêçeke giran de hat hiştin.

Ji ber dorpêçkirinê pêdiviyên bingehîn ên jiyanê li Kobanê nayên dabînkirin. Av, elektrîk û înternet li bajêr bi tevahî qut bûne. Xwarinên bingehîn ên wekî şekir, çay, sebze, arvan, birinc û nîsk peyda nabin. Kêmbûna mama û şîrê pitikan ku ji bo pitikên nû jidayik bûyî pir girîng in, krîza mirovî kûrtir dike.

Rewşa di sektora tenduristiyê de jî krîtîk e. Derman û pêdiviyên tenduristî li nexweşxaneyan bi lez kêm dibin. Ji ber nebûna mazotê û elektrîkê jiyana gelek zarokên ku nû jidayik bûne û pêdiviya wan bi lênêhîrîna tenduristî û oksîjenê heye, dixe nava xeteriyek cidî.

Tevî van hemû şert û mercên dijwar, gelê Kobanê berxwedana xwe didomîne. Jin, ciwan, kal û pîr û zarok ji bo parastina bajarê xwe seferber bûne. Mîna berê, şêniyên bajêr bi mîrateya Arînan û Zehrayan bajarê xwe diparêzin û govenda azadiyê li dora Peykera Jina Azad digerînin.

Bûyerên li Kobanî nîşan didin ku bajar careke din bi karesateke mezin a mirovî re rû bi rû ye û diyar dibe ku divê gavên lezgîn werin avêtin da ku dorpêç were rakirin û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî werin dabînkirin.