QSD’ê nasnameyên 8 şervanan eşkere kir

Navenda Ragihandina QSDˊê nasnameyên 8 şervanên ku di bersivdana êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker de, di dem û cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbûn eşkere kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 şervanên QSDˊê di bersivdana êrişên hikumeta demkî de şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Em Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameyên 8 şervanên xwe ku di bersivdana êrişên komên Şamê de di dem û cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbûn de radigihînin.

Fedakariyên van şehîdan ruhê berxwedanê yê rastîn nîşan dide. Şehîd hilgirên ala rûmetê û hebûnê bûn, di oxira parastina gel û destkeftiyên wî de canê xwe da. Berxwedana wan a lehengane pabendbûna wan bi dozên azadî û edaletê nîşan dide û hêviya avakirina siberojeke baştir ji bo tevahan di bin ewlehî û aştiyê de xurt dike.

Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan û diyar dikin ku em ê li ser rêça wan bin û berxwedana wan heta pêkanîna hêviyên gelê xwe bidomînin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

 

Nasnav: Diyar Ereb

Nav û paşnav: Amir El Hîlal El Hac

Navê dayikê: Neîme

Navê bav: Xemîs

Cihê jidayikbûnê: Cib Hemed El Şelal

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-22ˊyê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Ferat Mamît

Nav û paşnav: Hemade Mihemed Hacî Xelîl

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Mîtan Welat

Nav û paşnav: Hesen Hacî

Navê dayikê: Roza

Navê bav: Mihemed Emîn

Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Mazlûm Girkê Legê

Nav û paşnav: Alan Omer

Navê dayikê: Xalîse

Navê bav: Mihemed Emîn

Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer-20ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Qehreman Xelîl

Nav û paşnav: Azad Xelîl

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Armanc Dirbêsiyê

Nav û paşnav: Armanc El Ebas

Navê dayikê: Zahîde

Navê bav: Ebdulezîz

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Harûn Eqreb

Nav û paşnav: Ehmed Mistefa

Navê dayikê: Xalîse

Navê bav: Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Biloriyan

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-20ˊê Çileya 2026ˊan.

 

Nasnav: Mehmûd Hec Xelîl

Nav û paşnav: Mehmûd Hec Xelîl

Navê dayikê: Medîne

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Eyn Îsa

Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê-28ˊê Çileya 2026ˊan."