Xelkê Rojava parastina eniyên berxwedanê didomîne

Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava gel parastina Kantona Cizîrê û Kobanê didomîne.

Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava rewş aram e lê dorpêça li ser Kobanê berdewam dike. Şêniyên Cizîrê û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de xwe diparêzin.

Şêniyên ku gund û taxên xwe diparêzin, diyar kir ku ew ê di çarçoveya parastina rewa de erkên xwe pêk bînin.

Li aliyekî din dorpêça li ser Kobanê di roja 13’emîn de berdewam dike. Li bajêr xwarin, derman û şîrê zarokan kêm bûne, her wiha dewleta Tirk rê nade alîkariyên ku  gelê Bakurê Kurdistanê berhev kirine, di deriyê Murşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin.