Alîkarî radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin

Alîkariya ku ji bo Rojava li Çemçemalê hate komkirin radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin.

Kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Divê çarçoveyê de doh bi şev alîkariya li navçeya Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyeyê, ji bo Rojavayê Kurdistanê hate komkirin, radestî ofîsa Heyva Sor a Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê hate kirin. Wê Heyva Sor alîkariyan bigihîne Rojava.

Yek ji amadekarên kampanyaya alîkariyê ya li Çemçemalê Hawta Ezîz ji Rojnewsê re axivî û got, "Di nava 3 rojên kampanyayê de alîkariyek baş hate komkirin û me radestî aliyên peywendîdar kir."