Ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga piştgiriyê

Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî rewşa li kampên Waşokanî û Serêkaniyê daxuyanî da.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê li ser rewşa mirovî ya li kampên Serêkaniyê û Waşokanî de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevseroka Desteya Kar û barên Civakî û Kedkaran a Kantona Cizîrê Zehra Samo ve hat xwendin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku rewşa koçberên li kampên Serêkaniyê û Waşokanî piştî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Hesekê û tevahiya kantona Cizîrê, pir xirab bûye.

Komîteyê diyar kir ku pêdiviyên bingehîn bi tevahî hatine rawestandin wekî xwarin, alîkariya bijîşkî, sotemenî û av ku vê yekê êşa koçberan girantir kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ava vexwarinê li kampê kêm bûye, vê yekê jiyana koçberan a rojane pir dijwartir kiriye û ew neçar kirine ku di şert û mercên xirab de bijîn.

Komîteyê bang li civata navneteweyî û hemû aliyên peywendîdar kir ku tavilê mudaxele bikin da ku mafên koçberan biparêzin alîkariyên mirovî bigihînin û got, "Divê bidawîanîna tundiyê, parastina jiyana sivîlan û vegera koçberan bo malên wan, erkeke sereke be."