Kantona Firatê têkildarî êrîşên li ser Kobanê daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantoan Firatê diyar kir ku çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekan û dronan êrîşî gundên Kobanê dikin û banga rawestandina êrîşan kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê bi daxuyaniyekê êriş û komkujiyên li dijî welatiyan şermezar kirin û bang li dewletên nevbeynkarên agirbestê kir ku çeteyên hikumeta demkî agirbestê bin pê dikin, bi hemû cureyên çekên giran û dronan êrişî gundên Kobanê dikin, divê hûn bi erkên xwe yên mirovî û berpirsiyariya xwe rabin, sûcdaran ceza bikin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: "Komên hikumeta Şamê, îro (duşem), li dijî sivîlên gundê Xirab Hişkê yê bajarê Çelebiyê komkujiyek pêk li dijî malbatekê pêk anî, di encamê de 5 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Li gundê Qasimiyê yê bajarê Qenayê jî zarokek şehîd bû û 3 zarok jî birîndar bûn. Ev rageşiyek xeternak e û binpêkirina rasterast a agirbestê ye.

Ev her du komkujî binpêkirina zelal a tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye, ku hedefgirtina sivîlan sûcê şer e li gorî qanûna navneteweyî sûcdar tê cezakirin. Ji lew re divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî bi lez destwerdanê bikin, sûcdarên komkujî li dijî sivîlan kirine ceza bikin û demildest êrişan rawestînin.

Komên hikumeta Şamê êrişên li dijî gundên derdora bajarê Kobanê, ruxmî agirbestê, dewam dikin. Di van êrişan de dron, topavêj, tank û tevahî cureyên çekên giran tên biakranîn. Ev jî gefan li ewlehî û aştiya şêniyan dixwe û tehdîda pêkanîna komkujiyên zêde ye.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî -mirovî û dewletên navbeynkariya agirbestê kirine bi erkên xwe yên elxaqî û mirovî rabin, zexteke cidî ji bo rawestandina van binpêkirinên berdewam ên van koman bikin."