BI DÎMEN

Gelê Dêrikê: Em yekîtiya netewî ya Kurdan dixin meriyete, serkeftin teqez e

Li Dêrikê gel, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê li seranserê bajar bi nobetên şevê û dewriyeyan tedbîrên ewlekariyê zêde kirin. Gel got ku yekîtiya netewî ya Kurdan li qadê ketiye meriyete.

Li Dêrikê li hemberî gefên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê, gel li seranserê bajar nobetên şevê digire. Li dora agirên ku li kolanan hatine vêxistin, di nobetan de stranên berxwedanê têne gotin û govend têne gerandin.

Li her çar aliyên bajar nobetên ku didomin, gel bi moral û coşeke bilind dirûşmeya, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz dike. Welatiyên ku beşdarî devriyeyên ewlekariyê dibin, gotin ku ew ê bajarê xwe heta dawiyê biparêzin.

Di daxuyaniyên ku ser navê gelê Dêrikê tê dayîn de, hate gotin ku yekîtiya netewî ya Kurdan li qadê şênber bûye û wiha hate gotin: “Em wekî gelê Dêrikê yekîtiya netewî ya Kurdan li vir pêk tînin. Serkeftina me teqez e.”