Dorpêça li ser Kobanê 15 roj in dewam dike: Rewşa mirovî giran dibe
Dorpêça li ser Kobanê di roja 15'an de ye. Nêzî 600 hezar mirov ku bi hezaran ji wan koçber in, ji ber nebûna av, elektrîk û dermanan di rewşeke zehmet de ne.
Dorpêça li ser Kobanê di roja 15'an de ye. Nêzî 600 hezar mirov ku bi hezaran ji wan koçber in, ji ber nebûna av, elektrîk û dermanan di rewşeke zehmet de ne.
Ji ber dorpêça komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Kobanê ku 15 roj in dewam dike, xeterî li ser jiyana zêdeyî 600 hezar mirovî heye. Bi taybetî derman nayên peydakirin, nexweşên penceşêrê nikarin derkevin derve û tedawiya xwe dewam bikin. Elektrîk li ser wan hatiye qutkirin û madeyên sotemeniyê û xwarinê nayên peydakirin.
Gelê Kobanê ji roja destpêkê ve hem berpirsyariya koçberan rakir hem jî gund û bajarên xwe diparêzin. Destûr nedan komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ku bi pêş ve biçin.
Li gorî lihevkirina 20’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Şamê de ku 2' Sibat 2026'an bi pratîkî destpê kir, divê dorpêça li ser Kobanê hatibûya rakirin. Tevî hevdîtinên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê û şandeya Wezareta Karên Hundir ya hikumeta demkî ya Şamê jî dorpêç dewam dike.
Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker rê nade alîkariyên mirovî yên ku gelê Bakurê Kurdistanê amade kirine, derbasî Kobanê bibin.
Berxwedana gelê Kobanê di mercên zehmet de dewam dike.