Li Qamişloyê tedbîrên ewlekariyê hatin wergirtin

Li Qamişloyê derketina derve hate qedexekirin. Li kolanan tenê hêzên Asayîşê hene.

Xelkê Qamişloyê di çarçoveya qedexeya derve de hate birêxistin ku qedexe ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê ve hate ragihandin. Li kolanan tenê hêzên Asayîşê hene. Gel ji malên xwe derneket.

Li Qamişloyê dikandaran dikanên xwe venekirin, li kolanan liv û tevgera gel bi temamî sekinî.

Ji bo rewşa ewlekariyê ya li herêmê di bin kontrolê de bê hiştin, qedexeya derketina derve ya saet di 06:00 de destpê kir wê heta saet 18:00 dewam bike.