Gelê Rojava rêxistina nava taxan xurt dike

Gelê Rojava ewlehiya bajar û taxên xwe li hember gef û astengiyên heyî xurt dikin.

Gelê Rojava avakirina tabûrên parastina tax û kolanên xwe li hember gef û xeteriyên li dijî herêmê dewam dikin, nuqte û nobedariya xwe bi şevê digirin.

Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cena parastina rûmetê" bibin.

Şêniyan bersiva da banga Rêveberiya Xweser, tax bi tax, kolan bi kolan taxên xwe diparêzin.