16 malbatên ji warê xwe bûne gihîştin Çilaxayê

16 malbatên ji warê xwe bûne li Çilaxayê bi cih bûn. Komîteyên xwecihî bersiv dan pêwîstiyên koçberan.

16 malbatên ji Efrîn û Şehbayê yên li Reqa, Tebqayê û Humsê diman, ji ber sûc û binpêkirinên komên hikumeta demkî koçber bûne, gihaştin herêma Alyan a Çilaxayê.

Meclisa bajarokê Kêşikê yê Çilaxayê malbatên koçber ku ji 68 kesî pêk dihatin, pêşwazî kirin û ew li gundên Qesteban, Badyan û Dêrna Axayê bi cih kirin.

Malbatên koçber li malên vala yên gundiyan hatin bicihkirin ku ji aliyê şêniyan û meclisa bajar ve hatibûn hazirkirin.

Der barê mijarê de endama Meclisa Bajarokê Kêşikê Mehabad Abdullah diyar kir ku wan bi tevkariya komîteyên xizmetguzarî û awarte xanî ji koçberan re amade kirin û got malbat li 4 gundan hatin bicihkirin û lîsteya navên wan hat amadekirin ku alîkarî li wan bê belavkirin.

Mehabad Abdullah destnîşan kir ku gundî alîkariya madî û manewî didin koçberan û pêdiviyên wan dabîn dikin. Her wiha anî ziman ku wê alîkariya bi malbatên koçber re bidomînin.