Heyeta Şamê ket nava Hesekê
Heyetek ji Hikumeta Şamê ya Demkî ket nava bajarê Hesekê. Heyet wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevdîtinê bike.
Heyetek ji Hikumeta Şamê ya Demkî ket nava bajarê Hesekê. Heyet wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevdîtinê bike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, Heyeta Hikumeta Şamê ya Demkî bi navbeynkariya hêzên koalîsyonê li Hesekê wê hevdîtinan bike. Konvoya ji nêzî 100 kesî piştî hevdîtinan wê li Qamişloyê jî civînekê lidar bixe.
Danûstandinên dîplomatîk ên navbera QSD û Şamê dewam dikin. Li bajarê Qamişloyê wê sibe derketina derve bê qedexekirin.
Hate ragihandin ku li seranserê Rojava tansiyon bilind e. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajaran tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.