Şandeya hikumeta demkî serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir
Şandeya hikumeta Şamê ya demkî di çarçoveya Peymana 30'ê Çileyê de li Rimêlanê serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir.
Şandeya hikumeta Şamê ya demkî di çarçoveya Peymana 30'ê Çileyê de li Rimêlanê serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir.
Şande ji nûnerên Hêzên Ewlekariyê yê hikumeta demkî, Rêveberiya Ewlehiya Derî û Balafirgehan, Desteya Giştî ya Balafirgehan a Sivîl û nûnerên Şîrketa Sûriyeyê ya Petrolê pêk dihat û li gel Hêzên Asayîşê serdana Rêveberiya Rimêlanê kir.
Di çarçoveya entegrasyonê de şande wê bi nûnerên Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlan re bicive û mekanîzmeya xebatên rêveberiyê û rewşa rêveberî û ewlehiya herêmê nîqaş bikin.
Şandeyeke hikumetê doh serdana Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê kiribû.