Komên hikumeta demkî bombe li Siwêdayê barandin

Hêzên Parastina Neteweyî ya Siwêdayê diyar kirin ku komên ser bi hikumeta Şamê ya demkî ji çar aliyan ve bombe li rojavayê bajêr barandin.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rojavayê bajar bi 4 guleyên hawanan topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên hikumeta demkî bi awayekî ketober qadên sivîlan kirin armanc û û got: “Ev êriş binpêkirineke xeternak e, jiyana sivîlan û ewlehiya wan dixe xetereyê.”

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku wê di çarçoveya mîsyona xwe ya parastina şêniyan û rêgirtina li ber tevliheviyan de bersiva jêderên êrişan bidin.