Rêveberiya Kobanê serdana nuqteyên hevbeş ên Şêxlerê kir

Rêveberiya Kobanê li gundê Şêxler nuqteyên hevbeş ên hêzên hikumeta demkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) şopandin.

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê nuqteyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên li gundê Şêxler ê gundewarê Kobanê şopandin.

Di serdana nuqteyan de li ser navê

Rêveberiya Kobanê Ferhan Hec Îsa axivî. Hec Îsa behsa girîngî û yekrêziya gelê Sûriyeyê kir û li rewşa endaman pirsî.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî de li gundewarê Kobanê nuqteyên kontrolê yên hevbeş hatin avakirin.