BI DÎMEN

Fransa: Kurd divê weke hevalbendê di rêza yekemîn de bimîne

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ji kovara Le Point re axivî û anî ziman ku Kurd divê di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de weke hevalbendê di rêza destpêkê de bimîne.

Di dîmenê hevpeyvînê de ku li kovara Le Pointê hate weşandin, Jean-Noel Barrot helwesta xwe ya têkildarî rewşa li Sûriyeyê eşkere kir.

DIVÊ MAFÊ KURDAN Û NASNAMEYA WAN BÊ NASKIRIN

Barrot got, "Piştî zexta bix wîn a bi dehan salan a rejîma Beşar Esad, ya ku tê xwestin Sûriyeyeke jinûve yekbûyî ye ku hurmetê nîşanî mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê dide, bi taybetî jî maf û nasnameya Kurdên li Sûriyeyê nas dike."

METIRSIYA DAÎŞ'Ê DEWAM DIKE

Barrot têkildarî agahiyên li ser reva DAÎŞ'iyan ev bersiv da: "Sedema çûyîna min a ji bo Iraq û Sûriyeyê ya di çarçoveya wezîfeya li dijî DAÎŞ'ê de ev e: Ji ber ku rîsk hîn jî heye."

DIVÊ KURD HEVALBENDÊ DI RÊZA DESTPÊKÊ DE BE

Barrot bi dewamî got, "Di vê têkoşînê de ku em bi biryar in dewam bikin, li gel seferberkirina derfetên xwe yên leşkerî divê Kurd weke hevalbendê di rêza destpêkê de bimînin."