BI DÎMEN

11 malbatên DAÎŞ'î yên li Kampa Roj radestî Awûstralyayê hatin kirin

Ji Kampa Roj a li Dêrikê 11 malbatên DAÎŞ'î ku jin û zarok jî di nav de bûn bi koordînasyona navneteweyî radestî hikumeta Awûstralyayê hatin kirin.

Ji Kampa Roj a li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê 11 malbatên DAÎŞ'î radestî hikumeta Awûstralyayê hatin kirin ku ji 34 kesan (jin û zarok jî di nav de) pêk dihat.

Li gorî agahiyan, ev malbat xwedî welatîbûna Awûstralyayê ne yan jî biyaniyên li Awûstralyayê bûn. Karê radestkirinê di çarçoveya koordînasyona navneteweyî û saziyên ser bi Rêveberiya Xweser de pêk hat. Veguhestina malbatên DAÎŞ'î wê di bin tedbîrên ewlekariyê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bê kirin.

KAMPA ROJ

Kampa Roj di 24'ê Hezîrana 2015'an de ji bo malbatên DAÎŞ'î hate avakirin. Li kampê piraniya wan ji welatên Ewropayê gelek Iraqî û Sûriyeyê jî hene. Li kampê zêdeyî 2 hezar kes (820 malbat) hene.