BI DÎMEN

Efrîniyên ku neçar mane ji ber şer koçber bibin, wê vegerin malên xwe

Li gorî peymana navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Efrîniyên ku ji ber şer koçber bûne wê nava demek kurt vegerin malên xwe. Di qonaxa ewilî de tê plankirin ku 400-500 malbat vegerin herêmên Cindirês, Mabata û Şiyê.

Kombenda Efrîn a Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê li pêşiya avahiya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya li bajarê Qamişlo derbarê vegera bi ewle ya koçberên Efrînê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêvberiya Kombenda Efrîn a Civakî Îbrahîm Heftaro ve hate dayîn.

Îbrahîm Heftaro diyar kir ku ew ji dema destpêkirina koçberiyê heta niha, ji bo vegera bi ewle di nava liv û tevgerê de bûn.

Îbrahîm Heftaro da zanîn ku piştî ku hevpeymana 29’ê Çileyê di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin, wan jî li gorî xala peymanê ya têkildarî vegera koçberan, dest bi amadekariyan kiriye û îro (16 Sibata 2026) radigihînin ku ewê dest bi şandina koçberên Efrînê bikin.

Îbrahîm Heftaro destnîşan kir ku beriya destpêkirina vê pêvajoyê civînên wan bi Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re çêbûne.

Îbrahîm Heftaro got: “Em dixwazin bi hezaran xelkê xwe bişînin Efrînê, lê ji ber rewşa hewayê û ji bo ku xelk rastî zehmetiyan neyên, em ê pêvajoya vegerê beş bi beş pêk bînin. Em ê vegera bi ewle, bi hevkariyeka hevbeş a hikumeta Şamê û NY’ê re pêk bînin. Em bi hêvî ne ev pêvajo bi temamî pêk were.”

Îbrahîm Heftaro da zanîn ku wê wekî beşa yekemîn nêzî 400-500 malbat ji bo vegerê werin şandin, lê dema vegerê hîn nehatiye diyarkirin ew ê di demeke nêz de pêk were.

Li ser navê nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê Hêmen Qirdaxî ku ew jî beşeke ji hevkariya vegera bi ewle ye jî axivî û diyar kir ku wan jî ev 2 hefteye dest bi amadekariyan kiriye û ev agahî dan: “Dê 150 malbatên ji navçeya Cindirêsê, 150 malbat ji navçeya Mabata û 100 jî ji navçeya Şiyê vegerin.”