MSD bi şandeya Partiya Çep ya Swêdî re civiya
Di hevdîtina navbera hevserokatiya MSDˊê û şandeya Partiya Çep ya Swêdî de peymana 29ˊê Çileyê, dorpêça li ser Kobanê û mafên jinan hat nîqaşkirin.
Di hevdîtina navbera hevserokatiya MSDˊê û şandeya Partiya Çep ya Swêdî de peymana 29ˊê Çileyê, dorpêça li ser Kobanê û mafên jinan hat nîqaşkirin.
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî û Hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê ya MSDˊê Şêra Osê şandeya Partiya Çep ya Swêdî pêşwazî kir.
Li gorî malpera MSDˊê, di hevdîtinê de pêşdeçûnên siyasî yên siyasî yên li Sûriyeyê, rêbazên piştevaniya hewldanên tesbîtkirina aramiyê û xurtkirina çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de ku gaveke bingehîn a rawestandina xwînrijandinê û paratina sivîlan e. Divê hêzên siyasî yên li Sûriyeyê rola xwe ya neteweyî di vê pêvajoyê de bilîzin û li ser nêzîkbûna nêrînan bixebitin ku rê li ber diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were vekirin.
Di berdewama hevdîtinê de her du aliyan li ser pêwîstiya vegera ewle û bi rûmet a koçber û penaberan li deverên xwe, bidawîkirina dorpêça li ser bajarê Kobanê axivîn.
Têkildarî mijarê jinê jî hat gotin ku rola jinê di xebata siyasî de roleke teware ye û divê mafên wê giştî di her destûreke bê ya Sûriyeyê de werin misogerkirin.
Her du aliyan got her rêveçûneke destûrî ya serkeftî divê mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne û rêgeza hemwelatîbûna wekhev biparêze, pirrengiya neteweyî, olî û çandî nîşan bide.
Hevseroka MSDˊê Leyla Qereman bal kişand ser girîngiya rêveçûna pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê û pêwîstiya damezrandina pergala siyasî ya li ser bingeha nenavendî, pirrengî û demokrasiyê.