Şandeya hikumeta demkî li balafirgeha Qamişloyê

Şandeyeke teknîkê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina ku balafirgeh jinûve bikeve fealiyetê, çû Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê.

Di çarçoveya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, şandeyeke teknîk a hikumeta demkî îro gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê.

Şande ji alîkarê serokê Desteya Balafiran a Sûriyeyê Emced Nexal û hejmarek teknîsyenan pêk tê û ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Merwan Mehmûd û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî ve hat pêşwazîkirin.

Ji bo jinûve xebitandina balafirgehê di demên pêş de, dê şande li balafirgehê civînekê li dar bixe û dê rewşa balafirgehê bişopîne.