QSD:Daxuyaniyên hikûmeta Şamê ya derbarê Kampa Holê de ne rast in

QSDˊê derbarê daxuyaniyên Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî yên têkildarî kampa Holê daxuyanî da. QSD’ê diyar kir ku ji bo pêkanîna ewlehiya kampê neçar mane ku hêzên xwe paşde bikşînin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser bûyerên têkildarî kampa Holê û daxuyaniyên derew ên Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Hêzên me daxuyaniyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn a hikumeta Şamê ve hatine belavkirin şopandiye. Berdevkê wezaretê bi rêya vê daxuyaniyê hewl daye ji berpirsiyariya xwe ya ji bûyerên li kampa Holê çêbûne û têkçûyîna îdarekirina wê ya piştî kontrolkirina hêzên Wezaretên Hundirîn û Parastinê bireve.

Beriya bûyeran, êrişên rasterast û sewqiyetên leşkerî yên komên girêdayî Şamê ber bi Holê ve çêbûne û pevçûn gihiştine dîwarên wê, hemwextî wê tevgerên hemaheng ên li hundirê kampê ji aliyê malbatên endamên DAIŞ'ê ve ji bo hilweşandina ewlehiyê hebûn.

Li hemberî vê rageşî û aloziya bi zanebûn û bêdengiya navneteweyî hêzên me mecbûr man ku paşde vekişin ji bo ku kamp nekeve nav şerekî vekirî.

Piştî wê, ew kom ketin kampê û li ber kamereyan dest bi derxistina malbatên endamên DAIŞ'ê kirin. Kiryarên derxistin û revandinê zêdetirî hefteyekê bi awayekî aşkera û belgekirî berdewam kirin, ev yek li ber çavdêriya komên girêdayî Wezaretên Parastin û Hundirîn ên hikûmeta Şamê pêk hatin. Ev rastî bi deng û wêne hatine belgekirin û bi daxuyaniyên derew nayên veşartin.

Hêzên me û rêveberiya kampê salên dirêj erka xwe ya mirovî, exlaqî û ewlehiyî bi cih anîne, tevî aloziya vê dosyeyê, nebûna piştevaniya têr û dijwariyên ewlehiyê yên berdewam. Xema wan a yekem û dawî parastina kampê û rê li ber jinûve avakirina şaneyên DAIŞ'ê di hundir û derveyî kampê de were girtin bû .

Lê daxuyaniyên berdevkê Wezareta Hundirîn ên neberpirsiyar nikarin ji hewlên siyasî yên xapandina raya giştî û veşartina valahiyên ewlehî û îdarî yên kontrola kamp ji hêla wan koman ve bên cudakirin.

Ji ber wê em QSD'ê van xalên li jêr diyar dikin.

Vekişîna hêzên me encama rasterast a êrişa leşkerî û komkirina hêzên Şamê bû ku kamp û derdora wî kiribû armanc.

Karên derxistin û revandina malbatên DAIŞ'ê piştî ketina komên Şamê li kampê pêk hat.

Hêzên me di van salên dawî de, li gorî pîvanên mirovî û ewlehiyê yên mumkin, aliyê herî pabend bû ji bo birêvebirina vê dosyeya aloz."