Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newrozê destpê kirin

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newrozê destpê kirin. Newroz wê li 7 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dirbêsiyê û li Kobanê were pîrozkirin.

Ji bo pêşwazîkirina Newrozê însiyatîfên gel ên bajaran, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) û Tevgera Çand Jinên Hîlala Zêrîn ên li Rojavayê Kurdistanê di nava amadekariyan de ne.

Komîteyên amadekar ên pîrozbahiyên Newrozê civînên xwe ya amadekariyan lidar xistine.

Li gorî agahiyên ku me ji endamên Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyên Newrozê girtine, wê 9'ê Adarê kolan bi rengên Newrozê bên xemilandin. 14'ê Adarê jî dê agirê Newrozê rojane li her taxekê were pêxistin.

Newroz wê li 7 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dirbêsiyê were pîrozkirin. Heta niha dema pîrozbahiya bajarê Kobanê nehatine diyarkirin.