Parêzgarê Hesekê û şandeya Wezareta Perwerdeyê li ser pêkanîna ezmûnan hevdîtin kirin
Parêzgarê Hesekê û şandeyek ji Wezareta Perwerdeyê li ser amadekariyên ji bo pêkanîna ezmûnên lîse û dibistana navîn hevdîtin kirin.
Parêzgarê Hesekê û şandeyek ji Wezareta Perwerdeyê li ser amadekariyên ji bo pêkanîna ezmûnên lîse û dibistana navîn hevdîtin kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî kir. Şandeya wezaretê ji çend çavdêrên beşên rêveberiya perwerdeyê, berpirsên ezmûnan û berpirsên din ên têkiliyên giştî yên wezaretê, pêk dihat.
Di civînê de Nûredîn Ehmed bal kişand ser girîngiya aktîfkirina hemû navendên perwerdeyê û şaxên Rêveberiya Perwerdeyê, ji bo birêxistinkirina ewle ya ezmûnan û peydakirina piştgiriya lojîstîk ji bo xwendekar û mamosteyan.
Di civînê de her wiha plana çavdêrîkirin û şopandina ezmûnan hat nîqaşkirin.