Li Efrînê 3 ciwan bi êşkenceyê hatin kuştin
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 ciwan ji aliyê êrişkarên nenas ve bi êşkenceyê hatin kuştin.
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 ciwan ji aliyê êrişkarên nenas ve bi êşkenceyê hatin kuştin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çekdaran 3 ciwan şelandin, piştre gule li wan barandin û di otombîlan wan de kuştin.
Rêxistinê der barê de ciwanên hatine kuştin de ev agahî parve kirin " Murad Husên Ezîz ji gundê Yalanqoz ê Cindirêsê ye, li i firoşgehek zêrîngeriyê dixebitî. Ehmed Berekat jî ji gundê Cebel El Has ê başûrê El Sifîrê ye. Xwediyê firoşgehek zêrîngeriyê. Nasnameya ciwanê sêyem ku ew jî heman firoşgehê de dixebitî nehat zanîn."
Aliyên pêwendîdar ji bo şopandina sûcdaran lêkolîn dane destpêkirin.