Coşa Newrozê li Rojava dewam dike

Gel li bajarên Hesekê, Til Temir, Çilaxa, Girkê Legê û Amûdê yên Rojava, bi meşaleyan agirê Newrozê pêxistin.

Di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Newrozê de xelkê taxa Mişêrfê yê bajarê Hesekê, xelkê Til Temirê, xelkê gundê Xirbê Cuha yê Çilaxayê û gundê Gir Ziyaret Çolî yê Girkê Legê di nava coş û moraleke mezin de agirê Newrozê vêxistin.

Di heman demê de Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan meşaleyan, hilkişiyan ser çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê û agirê Newrozê vêxistin.

Li qadên pîrozbahiyê alên YPG, YPJˊê û wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin.

Di çalakiyan de girseya gel, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan bi cil û bergên Kurdî amade bûn.

Girseyê li ber stranên şoreşgerê li derdora agirê Newrozê govend gerandin.